Tevahiya wêneyên ku li vê derê cih digirn bi giştî di salên 2011 û 2010’ê de hatine kişandin û ciyê wan jî wek ku li jêr jî hatiye nivîsandin piranî Bakurê Xorasanê li bakûr-rojhilatê Îranê ne.
Wêneyên ku li Xorasan û Bakur-rojhilatê Îranê hatine kişandin bi şiroveyên xwe yên nasîner li ser National Geographic Kurdish’ê ye.
Hûn jî dikarin wêneyên xwe ji me re bişînin ku em li ser malper û torên xwe yên civakî bi navê we biweşînin.
Xwediyê wêneyan û Wênegir: Berat Qewî Endam
Ev wêne di Newroza 2010’ê de li dorhêla bajarê Nêyşabûrê ji ava pişta bendavê hatiye kişandin. Wêne di pêşbirka mehane ya malpera Panoramio.com’ê ya meha gulana 2010’ê de wek yek ji sê wêneyên hezkirî hat naskirin.
Ev wêne di bihara sala 2011’ê li kêleka riya çiyayî di navbera bajarê Şahrûd û bajarê Gurganê li bakûrê Îranê li daristana bi navê Olengê hatiye kişandin.
Ev wêne di Newroza sala 2005’an de li ber bendava Tebarek li dorhêla bajarê Qûçanê hatiye kişandin. Berî bendav ava bibe ji bilî gundê Tewerîgê ku ketiye bin avê, gundekî biçûk bi nave gundê Refê (Kelê Refê) li ser refa hember hebû. Weke ku xuya dike ev layên kepirkî (sedimentary rocks) niha ketine bin avê û dîmeneke bedew derketiye holê.
Ev wêne di sala 2011’ê da li dorhêla bajarê Nêhbendanê li parêzgeha Xorasana başûrî li derûdora Gundê Duruhê li ser sînorê Efxanistanê hatiye kişandin. Wêne çirûsk ango kevirên heliyayî yên ku wek balgehan sar bûne, nîşan dide. Ev kevir di dema pêkhatina xwe de bi awayê heliyayî ji dilê çiyayên agirbar derketine û dema ku rijiyane nav ava behrê bi vê teşeyê bûne. Bi zimanê Înglîzî wek “Pillow Lava” tên binavkirin.
Ev wêne di sala 2010’ê de li quntara çiyayê Bînalûda li Xorasanê hatiye kişandin. Hewa nîvewrî ye. Girêkên nêzik rengê wan ronîtir e û dema ku tav li ser wan ketiye ew ronîtir kirine. Li çiyê berf ketiye û li quntara çiyê jêrtir ji asta berfketinê rengê çî hinekî tarî û siya ewrê ew tarîtir kiriye. Bi vî rengî dîmeneka taybet hatiye afirandin.
Ew wêne di Newroza sala 2011’ê li çiyayên dorhêla bajarê Nêyşabûrê hatiye kişandin. Ewr bi teşeya gumêzekê xuya dikin.
Ev wêne di Newroza 2011’ê li derûdora bendava Tebareka Qûçanê hatiye kişandin.
Ev wêne di havîna 2010’ê li kewîra Lûtê (çola Lûtê) li navenda Îranê hatiye kişandin. Ev kevirên Gabro Dyûrît in ku di dirêjiahiya demê da bi hezaran û miliyon salan bi vî rengî hatine guhertin.
Ev wêne di zivistana 2010’ê li daristana Tûskistanê di navbera Şahrûd û Gurganê li bakurê Îranê hatiye kişandin. Li wê daritsanê mij û dûman wek deryayekê li ber mirov berfireh dibe.