Mizgefta Mîmar Sînan, bi firîna kevokan an kewşînan a derdora wê re û bi reşbûna ewran dîmeneke nûwaze radixîne ber çavan….
Dawiya payizê destpêka zivistanê, bi berfa li erdê û zerbûna dema çuyina ava ya rojê, pira pirçavî ya bi navê Tuncayê ku li Edîrneya Tirkiyeyê ye, dîmenhezan dixe nava gerdûna tenêtiyê û ber bi paşerojê ve dike rêwiyekî.
Şewlên xaniyên nizm ku bi xêra tavê xwe di avê de didin der, lihevkirina rengê avê û ewran û keleka ku sêwî maye hemû dibin xaleke girîng a vê dîmena bêhempa….
Hin kes bi dîtina van dîmenan an mirinê tînin bîra xwe an di nava hêstên bênasname de kelogirî dibin an jî dibin hevalê paşerojê; lê hin kes jî di nava lihevhatina di navbera ewr, av û bejahiyê de dibin keştiyek û ber bi aramiyê ve pêl didin.
Kêzxatûn (xalxalok, kêzika hecê) bi hatina biharê û şikandina sermaye re li ser kerbeşan derketiye xwazginiyê.
Xecîcok jî ji mîlyonan cureyek e ku xwezayê rengîntir dike. Bi germbûna hewayê re stûyê xwe xwar dike û xwe ji tîrêjên tavê diparêze.