13 wêneyên ji siruşt, mirov, ajal û dergehan. Her wêne xwedî çîrokeke kûr. Civaka National Geographic ji deverên gelek cuda ligel çîrokan dîmenên rengîn pêşkêşî we dike. Va ye 13 wêneyên herî xweşik yên National Geographic Kurdî’yê.
© Hemû wêne di bin lîsansa National Geographic de ne.
Li ser Volkana Bromoya li Îndonesyayê roj diçe ava. Gelek kes ji bo ku vê rewşê bibîne tê cihê ku wênegir disekîne û nuwazeya li hemberî xwe temaşe dike. Hin kes jî li benda hilatina rojê jî disekînin. Ew siruşta balûbal ji bo wênegiran bûye dergehek. © Joke Van Damme
Coyote Buttes, Arizona li Emerîkayê Serdêrek, li girên Coyoteyê ku li herêmên bakur ê Arizonayê ye, di nav pêkhateyeke xîzî ya ku bûye fosîl de, dimeşe. Navê vê pêkhateyê “pêl” e. Jûra Rêveberiya Erdan a li Emerîkayê, ji bo serdana xwezayê destûrê tenê dide 20 kesan. Bi vê yekê kesên ku tên serdana şiruşta nuwaze van cudahiyên xweyî bi çavê xwe dibînin. © Stephen Matera / @materas
Li Petraya ku li Urdinê cih digire şeveke asayî. Mêvanên dergeha kevnare li hewşa kevnareyê mûm pêxistin e. © Bhaven Jani
Kadetraleke li ser girekî yê axên Mozhaysk Kremlinê berê cih digire. Di navbera salên 1779 û 1812’an de hatiye avakirin. Projeya kadetralê ji aliyê Alexei Bakarev ve hatibû xêzkirin. Herwiha di şerê 1914 û 1945’an de qubeyên wê xisareke mezin dîtin. Herwiha niha ew der ya Mûzexaneya Dîrokî û Leşkerî ya Borodinskyê ye. Cih: Novo-Nikolsky Cathedral, Mozhaysk, li derveyê Moskowê.
Li British Colombiayê gurekî behran di nav daristanan de xwe bi daran kamûfle dike. Gurên behran ji bilî xwarinên asayî yên ku gur dixwin hema çi ji behrê derkeve dixwin. Ji kevjalan heta masiyan ‘wekî guran’ xwe diavêjin her tiştî. Ji bo hin kesan ew yek dinyaneditî ye lêbelê gurên behran guh nadin tu tiştî û wekî semasiyek guritiya xwe ji bîr dikin. #seawolves #sea #BC #britishcolombia © Paul Nicklen, National Geographic @paulnicklen
Masîgirek Rûyê din ê Behra Spî. Ligel dilsojiyên penaberan û xeniqîna wan hin masîgir masiyên xwe digirin. Wênegir Giorgos Doukanaris dibêje “mirov dimirin, lêbelê mirov dîsa jî ji behrê dixwe, li behra ku lê mirov dimirin”. Va ye masîgirek tora xwe berhev dike. © Giorgos Doukanaris / Larnaka – Qibris
Pêşbaziya Bufaloyan Li Baliya Rojava pêşbaziya keleporî ya gayan. Bi sedan xwediyê gamişan ji bo dijberên xwe têk bibin gerdêleyek li dû 2 heb gamişan girê didin û jokey jî wan diajo. © Bram Baulussen / Îndonezya
Devekere li quntarên çiyayê Tian Shan ê li Çînê, çemek li dû riya zixûrê/kanyonê diherike. Di serdema çêbûna tebeqeyên rûerdê de kevirên rengîn beş bi beş xuya dikin. Tevî av û bageran rûyê çiyayê ciwan diçilmise. © Tugo Cheng
Masîgirên Daasanachê Masîgirekî ciwan li peravên gola Turkana ya di navbera Etiyopya û Kenyayê de masîyekî ji xwe re paqij dike. Daasanach kabîleyeke li Kenyayê ye û di navbera 60 ehzar û 80 hezaran de endamên wê hene. Ev ji sedî 30 debara xwe bi masîgiriyê dikin. Ji ber ku li Kenyayê ziwahî he ew kabîle jî pir caran bi koçberiyê jiyana xwe didomîne. Xelkê Daasanachî car caran derbasî her du welatan dibin. Car Kenya carna Etiyopya. © Christena Dowsett
Atocha Li Îstesyona Atochayê ya li Madrda Spanyayê keçikeke biçûk li ber bîrdariya cangoriyên bûyera 11M’ê ji xwe re dileyîze. Di 11 Adara 2004’an de li dijî trêneke Madrîdê êrîş hatibû lidarxistin. Di êrîşê de 191 kesan jiyana xwe ji dest dabû. © Javier Arcenillas
Çêrandin Wexta çêrandina pez de wênegir H. Wu kişandiye. Wu dibêje gava ew hatiye wê demê çêrandin dest pê kiriye. Ji xwe re dibêje ez gelek bextgeş im. © H. Wu
Jinên Nîzamedîn Dergeha Nîzamedîn li bajarê Delhî ya Hindistanê cih digire. Ev der Tirbeya nîzamedîn Auliya ye ku ev yek ji sofiyên herî navdar yên dinyayê bû ye. Jin tên bal menzelê an deriyê digirin an jî quranê dixwînin. Tu caran ew nikarinli nêzî menzela wî bibin. Yek ji nobedarê dergahê Xadims dibêje “li gor hiqûqa Îslamê jin nikarin li nêzî goran bibin”. © Nour El Refai
“Game of Towers” Barûya Eyfelê – Hangzhou Çîn Li çar aliyê cîhanê avahiyên orjînal bi awayekî replîka ango sexte jî tên çêkirin. Di mijara replîkayan de Barûya Eyfelê di rêza yekem de cih digire. Li 40 bajarên cîhanê replîkaya vê barûyê heye û him jî mirov dikare biçe serdana wan jî. Va ye ev jî li Çînê replîkayek e û di sala 2007’an de hatiye avakirin. Li dora ‘Eyfelê’ gelek çewlîg hene. Lêbelê hikûmeta Çînê hêvî dike ku bi riya barûyê zêdetir mirov here û li wê derê bi cih bibe. © Geovien So