WERIN EM BIÇIN SERDANA CÎHANA KEVNARE

Şikeftên Ellorayê - Hindistan

Dema ku mirov bibêje bermayiyên kevnare, ewil Petra (Urdin), Angkor Wat (Kamboca) û Kolezyum (Îtalya) tê bîra me, herwiha ji xeynî van jî avahiyên dîrokî hene.Tûrîst ango geştyar zêde van avahiyan ziyaret nakin. Me ji bo destnîşankirina van di sîteya anketê Quorayê de anketek da destpêkirin. Di vê ankete de xwendevanan derheqê avahiyên kevnare yên herî balkêş ên dinyayê de nêrînên xwe dianîn zimên… Gelo çi ketin vê lîsteyê ?

Derinkuyu – Tirkiye

Li herêma Kapadokyaya Nevşehirê di bin bajaroka Derinkuyeyê de şikefta herî mezin hatiye dîtin ku ji aliyê mirovan ve hatiye çêkirin. Ev bajarê di bin erdê, bi navê bajarokê ve tê zanîn.

p03098ph

Ev avahiya kevnare ya li Anatoliyayê wekî bajarê pêşveçûyî hatiye çêkirin. Tê de dibistan, pangeh, dêr û hwd hene. Lê belê ev hemû tişt ne li ser rûye erdê, di bin erdê de ne. Ev şikeft, 60 – 85 mîtroyî di bin erdê de di nav zinarên volkanik ên nerm de hatiye avakirin.

Ev şikeftên binerd, B.Z di sedsala 7- 8. de li dijî artêşên nijdeyar ji bo berevaniyê hatine avakirin. Çêkirina stargehê ji bo demeke kurt hatiye plankirin, digel vê yekê jî gelek hûrgiliyên xwe hene.. Li ser rûyê erdê 600 têketin û 15 hezar heb kulekên xwe hene. Herwiha, bi hejmareke zêde depoyên wê yên araqê, kuxte, tûnel û navbirên wê hene. Ev şikeft digel 20 hezar kesî, dikare heywan û xurekên van jî bihundirîne.

Tevî kevnbûna xwe ev bajarê binerd, îro di rewşeke baş de ye. Tûrîst bi rihetî dikarin serdana avahiyê bikin, lê belê divê ji bo gelek pêlekanan hişyarî bê dayîn.

Nan Madol – Dewletên Federal ên Mîkronezyayê

Nan Madol – Dewletên Federal ên Mîkronezyayê

Bajarê Nan Madol, di salên 1200’î de, hatiye înşakirin. Bajar, bi riya coyan ji hev hatiye veqetandin û ji giravokên bazalt peyda dibe. Bajar, di nîvê Okyanûsa Pasifîk û li Pohnpeîyê de ye ku 3600 km dûrî rojhilatê Filîpînanê ye. Ji ber vê jî ev bajarê kevnare zêde naye zanîn. Tê îdiakirin ku Nan Madol ji bo serwerên giravê hatiye sazkirin. Her girav, ji bo çêkirina kano, lênêrîna nexweşan, pijandina xûrekan, hatiye plankirin. Îro Angkor Wat her çiqas bi daran hatibe dorpêçkirin jî zîyaretvan dîsa jî giravê wekî berê xweşik û bi xeml dibînin.

Baalbek – Libnan

Baalbek - Libnan

Baalbeka ku di nav geliyê Bekaaya li rojhilatê Libnanê de ye, beriya 9000 salan cihê niştecihbûnê bû. Fenîke, Yewnanî û Romayî ji vî bajarî derbas bûbûn. Li vî cihê kevnare ji bo Xwedê ango yezdanên cûr bi cûr gelek perestgeh hatine çêkirin. Li ser vê yekê mirov dikare bibêje ku ev bajarê kevnare wekî navendeke dînî hatiye pêjirandin. Perestgeha Bakus, ji perestgeha Partenon a Yewnanistanê mezintir e. Li Perestgeha Jupîterê ji 54 stûnan bi tenê pênc heb li ser piyan ma ne. Lêbelê ev stûnên mayî jî bi bilindahiya 22 mîtroyî ve di cihanê de wek stûnên herî dirêj tên ne zanîn. Di bin hîmê perestgehê de, kevirên pir mezin hene. Herwiha nayê zanîn ku ev kevir çawa anîne perestgehê û dîsa çawa ev kevir bi kar anîne.

Kumbeta Newgrangeyê – Îrlanda

Kumbeta Newgrangeyê - Îrlanda

Kumbeta Newgrangeyê ya dêw ku li herêma Meathya Îrlandayê ye, bi gihayan hatiye dorpêçkirin û dişibe UFO’yan. Beriya 5000 hezar salan hatiye çêkirin. B.Z di serdema Neolîtîk a 3200’î de hatiye avakirin. Ev avahiya kevnare ji bo kevneşopiya Îrlandayê gelekî girîng e. Ji xeynî vê yekê, li Ewropayê ji du kevirên bîrdariyê ên girîng yek jî kumbeta Newgrange tê hesibandin. Firehiya avahiyê 76 mîtro û bilindahiya wê jî 12 mîtro ye. Di sala 1970’an de, avahî hatiye tamîrkirin û kevirên kuvars di pêşiya kumbetê de hatine bicihkirin. Kumbet di lîsteya Mîratên Dinyayê ya Netewên Yekbûyî de cih digire. Li aliye din ve ji astên kevir û xweliyê pêk tê. Tê texmînkirin ku sê beşên piçûk ên di nav avahiyê de wekî gorên kevnare hatiye çêkirin. Kumbet li gorî derketina tavê hatiye avakirin. Tevî vê yekê, roja herî kurt a salê di 21 Berfanbarê de hûndirê kumbetê bi ronahiya tavê ronî dibe. Ev yek wekî mîzginiya destpêka sala nû tê qebûlkirin.

Şikeftên Ellora û Ajantayê – Hindistan

Şikeftên Ajantayê  - Hindistan
Şikeftên Ajantayê  – Hindistan

Şikeftên Ellorayê, li parêzgeha Maharaştraya Hindstanê ne. Ev şikeft wekî berhemên avahîsaziya kolandina zinarên dewleta Hindistanê tên qebûlkirin. Şikeft, di navbera sedsalên 6 û 9. de li ser çiyayê Caharanandriya ku ji zinaran pêk tê hatiye çêkirin. Bi giştî 34 şikeft hene. Wêne û peykerên di şikeftê de wek mînakên hunera Budîst tên qebûlkirin ku ev jî destpêka hunera Hindistanê ya klasîk e. Bi 100 km li bakurê rojhilatê Ellorayê şikeftên  Ajantayê jî hene. Dîroknas van şikeftan wek “yek ji berhemên girîng ên dinyaya kevnare“ qebûl dikin. Tê texmînkirin ku şikeft, di navbera sedsalên 2 – 7’an de li ber kendalê perestgeha Budîstan hatine kolandin. Bi demê re wêneyên şikeftan xirabûne lêbelê disa jî yên baş hatine parastin. Piştî 1500 salî jî nuwazebûn û xweşikiya xwe didin der.

Şikeftên Ellorayê - Hindistan
Şikeftên Ellorayê – Hindistan

– Gonul Gun

Şîrove Bike