Destpêk / Giştî / WESAYÎTA HERÎ BILEZ “TAJΔ TÊ ÇÊKIRIN.
Wesayîta herî bilez ya cîhanê, di demeke kurt de, dê amade bibe.
Wesayîta herî bilez ya cîhanê, di demeke kurt de, dê amade bibe.

WESAYÎTA HERÎ BILEZ “TAJΔ TÊ ÇÊKIRIN.

Wesayîta bi navê Boodhound ango “Tajî”, li Bristola Brîtanyayê tê çêkirin û dişibe roketekê.  Niha pozê wê yê tûj jî li pêşiya wê hat bicihkirin.

Çêkerên wesayîtê xwe amade dike ku di meha Tebaxê de, li pîsta balafirgehekê, bi lezeke kêm, ceribandinekê bike.

150304100509_bloodhound_624x351_bloodhoundssc_nocredit

Heke di ceribandinê de pirsgirêk dernekeve, dê çêkerên Boodhoundê ango “Tajî” yê bişînin Efrîqaya Başûr ku ceribandineke rekorî pêk bînin.

Andy Greenê li Hêzên Asîmanî yê Brîtanyayê Fermandarê Fîloyê ye ku bi saetê hezar û 228 kîlomîtroyan ve xwediyê rekora cîhanê ye, dê ajokariya vê wesayîtê bike.

Motora Eurofighterê ya jetê û roketeke ku vê motorê bileztir bike li ser Bloodhound ango bi kurt û kurmancî “ Tajî” ve hatiye bicihkirin.

Ji bo pevxistina wesayîtê ji pisporiya şirîketên herî pêşketî ên Brîtanî piştgirî tê wergirtin û teknolojiyeke pêşketî tê bikaranîn.

150304100626_bloodhound_624x351_bloodhoundssc_nocredit

Perçeyên wesayîtê bi taybetî tên hilberîn.

Di çarçoveya projeyê de, 700 perçeyên taybet tên hilberîn ku heta niha perçeyên wekî wan tune ne.

Her roj perçeyên ku tên amade kirin bo navendeke li Bristolê tên şandin.

Bloodhound ango Tajî projeyeke taybet e lêbelê hikûmeta Brîtanî jî piştgiriyê dide vê projeyê.

– Misto Dêrik

 

Herwiha binêre

ÇÎROKA WÊNEYAN: DEVERÊN KU MIROVAHÎ TALAN KIRINE

Wêne: Nick Brandt | proof.nationalgeographic.com Di roja dinyayê de derbarê zirarên mirovahiyê de ku dide jîngehê …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

kadikoy escort bayan kadikoy escort atasehir escort maltepe escort kartal escort kurtkoy escort pendik escort izmit escort vidanjor