Hat ragihandin ku pergala nû ya Microsoftê Windows 10 dê dereng telefonên mobile. Tê payîn ku dê ew pergal di mehên payîzê de were.
Herwiha guhertoya nû ya pergala Windowsê, 10 dê di havînê de were bikaranîn. Lêbelê tevî vê yekê kesên ku mobile bi kar tînin dê xwe dereng bigihînin vê bergalê.
Derbarê mijarê de ji rayedarên şîrketê Joe Belfiore daxuyanî hate dayîn. Belfiore li San Franciscoyê di bernameyekê de axivî û got “ji bo versiyona 10 ya telefonê ji me re hinek dem lazim e”. Belfiore dîrokeke teqez neda û bi tenê got ew pergal dê piştî pergala kompîturan bikeve bazarê.
Herwiha pisporên sektorê jî guman dikin ku dê ew pergal payîzê bikeve meriyetê. Windows 10 him kompîtur him jî di cîhazên mobîlê de heman sîstemê dide pêş.
Herwiha telefonên Windowsê dê bi awayekî herwe telefona xwe bikarin update bikin.
– Cûneyt Ewrareş