WINDOWS 8 Û PERGALA WÊ YA XEBITANDINÊ

Di 20’ê Pûşpera 2012’an de, Microsoftê sazûmaneke nû ya xebitandinê ragihand. Di vê sazûmana nû ya xebitandinê de ji dêvla dendika Windows Phone 7 û Windows Phone 7.5’ê Windows NT hatiye bicihkirin.

WindowsPhoneWallPaper

Ev dendik di Windows 8’ê de ku bingeha wê x86 e jî tê bikaranîn. Sedemeke vê guherîna di bingeha dendikê de jî ew e ku di navbera Windows 8 û Windows Phone de lihevkirinekê pêk bînin.

Bi saya Windows NT’yê sepanên ku di Windows 8ê de hatine amadekirin bi hêsanî derbasî Windows Phonê tên kirin û yên ku di Windows Phoneyê de hatine amadekirin jî di Windows 8ê de bi hêsanî dikarin bên bikaranîn. Herwiha Windows Phone 8 ji aliyê ekranên dahûrînerên wan bilind jî dikarin werin bikaranîn.

Windows Phone yên ku berê di rewacê de bûn, ekranên pîkselên wan herî zêde dikaribû 480×800î rakira, lêbelê Windows Phone 8 eknanên pîkselên wan 1280×720 û 1280×768 bi hêsanî radike. Ji aliyê din ve, Windows Phone 8 kirariyên pir-dendik, NFC’ê, sepana Windows Phone 7 yên berê, MicroSD û 64 Bit’ê jî radike.

Kesên ku Windows Phone 8’ê bikar tînin ji dema ku cîhaz derket û heta 18 mehan bê navber dikarin piştgiriya rojanekirinê bistînin û dê ev rojanekirin jî bi teknolojiya Over The Airê (an bi OTA) bên kirin. Taybetmendiyeke nû ya Windows Phone 8’ê jî nûkirina ekrana destpêkê ye. 

Her wiha sepaneke di Windows Phone 7 û Windows Phone 7.5ê de ku li aliyê ekranê yê rastê ye û gava ku tê tikandin lîsteya sepanan derdikeve. Ev taybetmendî ji aliyê rastê ve hatiye rakirin û di binê ekranê de hatiye bicihkirin.

Gelek cîhazên ku ekrana destpêka wan hatine nûkirin ku Windows Phone 7.5 bikartînin, ekrana destpêkê dê di bernameya Windows Phone 7.8ê de ku dê derkeve li aliyê rastê cih bigire.

WINDOWS 8.1

Di konferansa 2-3yê Awrêlê ya Build 2014’an de, ji aliyê Joe Belfiore ve hatibû ragihandin.

Piştre Joe Belfiore li ser Twitter’ê dabû xuyakirin dê ji bo kesên bernameyan amade dikin di navbera 14 û 21’ê Awrêlê de derkeve û herwiha di meha Pûşberê de jî dê derkeve pêşberî bikarhênerên din jî.

 Çavkanî: Kovara Zanko

Şîrove Bike