Gava ku em li pergala xebitandina kompîtirên li Tirkiyeyê dinêrin; em dibînin ku bi piranî pergala xebitandina ku tê bikaranîn ya Wîndowsê ye. Ne tenê di kompîtirên ku tên bikaranîn de, di kompîtirên saziyên dewletê de jî em dibînin sîstema Wîndowsê tê bikaranîn. Her çiqas kesên ku kompîtiran bi kar tînin, pergala xebitandinê ya Wîndowsê bi kar bînin jî bi giştî derbarê pergala xebitandinê ya Wîndowsê de ne agahdar bi. Ya rast gelek kes nizanin ku alternatîfên Wîndowsê hene.
Gava em li giştiyê cîhanê dinêrin; ji bilî Wîndowsê em pergalên xebitandinê yên wek Lînûx ( Parûs, Sûse, Fedore… ) û Mac OS X ( bi tenê di kompîtirên Macîntoshê tên bikaranîn ) jî dibînin.
Mac OS X, sîstemek e, li ser dendika ÛNIX’ê hatiye bipêşxistin û hûn di kompîtireke ku li malê bi kar tînin de nikarin pergala xebitandinê sazbikin. Mac OS X, pergaleke xebitandinê ye ku bi tenê di kompîtirên Macintoshê de tê bikaranîn. Ev yek jî bi tenê bi saya nivîsbariya ku li ser hardwarea wê tê sazkirin çêdibe. Ji ber ku ev nivîsbarî li ser vê hardware’a tê bikaranîn performansa vê kompîtirê jî ji yên din gelekî baştir e. Tê texmînkirin li Tirkiyeyê kesên ku kompîtirên Macintoshê bi kar tînin bi piranî ew kes in ku bi karên sêwira grafîk û bi karên wekî wê re mijûl dibin.
Ev jî dibe sedema vê fikra ku kompîtirên Macintoshê bi tenê hin kesên elît dikarin wan bi kar bînin. Ev fikr jî xelet e. Gava hûn li ser pergala xebitandinê ya MAC OS X‘ê hin lêkolînan bikin hûnê bibînin ku pêwistiyên we bi vê tên bersivandin. Tevî vê di her forma nû ya pergala Wîndowsê de (Wîndows XP, Wîndows Vîsta…) pêwîstî namîne ku ji ber kêmasiyên tesîsata wê, hûn kompîtira xwe biguherînin. Forma wê ya nû dê li kompîtira Macintosha a di destê we de were. Gelek bernameyên ku hûnê li ser pergala Mac OS X’ê bi kar bînin, hûnê bikaribin van bernameyan ji ser înternetê daxînin û saz bikin.
Hûn dikarin CD’ya sazkirinê ji înternetê daxînin û bi awayekî hêsan, bi çend gavan li ser kompîtira xwe saz bikin. Hûn dikarin Ofîs (openoffîce); neqşkirina wêneyan (gîmp); msn û bernameyên wekî google talkê hemûyan li ser hevdû bi kar bînin û herwiha bernameyên (kopeta); mûzîk û vîdeo, hin cûre lîstik û gelek bernameyên din jî di gava sazkirinê de tên barkirin. Bi saya vê yekê ew dema ku hûn ji bo barkirina van bernameyan bikarbînin jî dê di kîsê we de bimîne. Wekî pergala Mac OS X’ê; ji ber her barkirina forma nû û lênehatin û kêmasiya kompîtira we jî êdî hewce nake hûn biguherînin.
Pirsgirêkên ku hûn bi MAC OS X û Pardûsê lê rast bên ku bi piranî jî hûnê bi kêmî lê rast werin,bi saya forûmên pergala xebitandinê bi hêsanî çareser bikin. Hewce nake hûn ji bo her du pergalên xebitandinê bernameya wîrusê lê bar bikin. Lê ger hûn dîsa jî bixwazin hûn dikarin belaş bernameyên wîrusê li kompîtira xwe sazbikin. Ji ber ku êdî dê pirsgirêkên li ser kompîtirê kêmtir bibin, hûnê bêtir ji bikaranîna kompîtirê hez bikin.
Çavkanî: Kovara Zanko
tiştên ku we qalê nekiriye bihaya mac os an ne. pergalên din ên Linuxê erzan in (hinek bê pere ne) lê Macos gelkî biha ye.