Gola Turkanayê, çavkaniya jiyanê ya qebîleyên ku li bakurê dûr ê Kenyayê ne. Û niha jî ji ber projeyên nû di xetereyê de ye. Sibeheke germ a biharê ye.
Galte Nyemeto, li perava Gola Turkanayê sekiniye û dinêre gelo li derdorê tîmseh hene an na? Av ne kûr e. Ji ber vê yekê jî ne pêkan e ku li vir tîmseh bên dîtin. Şîfadarêûê qebîleya Daasanach Nyemetoyê, bi nexweşekî xwe re hatiye vir.
Astengiyên di rêzikên şîfayê de bextreşiyeke mezin e. Beriya niha ji zû de Hespên avê ên mezintirîn û bitalûketir hemû ji ber nêçîrê hatine tunekirin.
Lê bele li dû gelek tîmseh mane. Bi taybetî jî li vir li jora devê çêm ku çemê Omoyê ji Tiyopyayê ber bi Kenyayê ve diherike. Tê gotin ku tîmsehên ku li li gor herîkîna avê tên başûr li gor ên ku li paravên avê ji hêkan derdikevin hîn êrîşkartir û hîn fênektir in.
Lê qebîle cureyan cuda nake û hemûyan wekî ku nebaşî bûye cismek, bi nav dike. Wateya vê yekê jî ew e ku: dema Nyemeto jiyana kovî çavderî dike, ji aliyekî ve jî manewiyata rojê jî dipîve.
Arambûn û sekanbûna ava qehweyî, bi tevgereke perên flamîngo an jî bi tevgera masiyekî ku bi kelecan xwe ji behrê dipijiqîne, xera dibe. Ji aliyê rojava ve dengê motorekê tê ku ji derve hatiye pêvekirin. Li vir tîmseh tune ne. Heta ne çêlek ne jî hêştir hene û Nyemeto ji vê rewşê kêfxweş e.
Nexweşê xwe Setiel Guokol dixe nav avê û wî dide rûniştin. Dixwaze ku ew xwe bişo. Guokol rûyê xwe dişo û pişta xwe jî şil dike.

Herwiha Nyemeto jî heriyê dixepêre. Li pey hev çend kulm ax bi tevgerên lez li ser pişta Guokol ji jor ber bi jêr ve dibe û wê demê jî av ji heriyê diherike û tê xwarê. Nyemeto dibêje “Badab,” her ku destê xwe pê ve dibe dibêje “Badab,” bi axaftin û tevgerên xwe bera mirinê dide. Lewra ev gol “cihê paqijiyê ye.” Nyemeto wekî şîfadarê “çareseriya dawî” tê naskirin.
Piştî ku riyên din hemû -dermanên li kilînikê, rebê li Kiliseyêyê zilamê sipî, komên alîkariyê ku di avahiyên betonî de bi cî bûne- tên ceribandin û nema feydeyê dide, mirov nexweşiyên xwe û tirsên xwe ji wî re tînin. Ew jî bi heqekî piçûk hêvî dide wan.
Dibêje “Ez Rawestgeha Herî Dawî Me”

Guokol ev cend meh in nexweş e. Lê di demên dawî de rewşa wî xirabtir bûye. Bi bandora ruhên nebaş her roj hinekî din ji hêz û teqatê dikeve. Daasanach vê rewşê wek gaatch bi nav dike.
Guokol ji aliyê xizmen xwe ve tê qanîkirin ku biçe cem Nyemeto, lê Guokol êdî ne wek berê xweşik û qeşeng e, bê hêz e û tenduristiya wî jî nebaş bûye, temenê wî jî bes 30 ye.
Nyemeto wê tundiya xwe ku dibe sedem bi zarokan de diqîre, keviran diavêje kuçikan, di avê de ji ser xwe diavêje. Di germa şeveqê de, bi hêstên dayikekê Guokol dixe nav heriyê û paşê jî wî paqij dike. Piştî karên wan xilas dibe alîkariyê dide Guokol da ku rabe ser piyan û di çengên hev de ber bi paravê ve dimeşin.
Nyemetoyê ku milên xwe rakirin dibêje “em ê li pişt xwe nenêrin” “me ruh li pişt xwe hiştin.” Guokolê ku ji serma dicirife jî dibêje “ez bawer dikim ku ez ê baş bibim.” Selicho, di nîve heremeke herî dûr a Efrîqaya Rojhilat de ye.
Ev der li Kenyayê cihê li bakur e ku mirov dikare biçe wir. Riya sereke ya herî nêz 400 kîlomîtroyî dûr e. Ev der pir nêzî sînorê Etiyopyayê ye. Û heke hûn li pey hêviyekê ne, deriyê Nyemeto pir jî ne dûr e. Lewra li vê derê ji bo başbûnê sêrîlêdana wî ya golê balê nakişîne. Qeder û hêvî bi awayekî bi avê re tên bal hev.
Herwiha Turkana jî van hemûyan bê kêmasî pêk tîne. Di cîhanê de Gola Turkanayê gola herî mezin a li çolê ye. Li perava geliya Resîf a mezin di ruxandineke volkanik de, tevî ku carna mezin carna piçûk dibe jî ev 4 milyon sal in heye.
Di heyamên berê de hominid jiyabûn. Mirovên ewil di dema koça ji derveyê parzemîna Efrîqayê de li vir nêçîrvanî dikirin -berhev kirine- û masî girtibûn. Beriya niha bi deh hezar sal berê gol ji halê xwe yê niha hê mezintir bû.
Lê ev heft hezar sal in êdî piçûk dibe. Qebîleyên Neolîtîk, li cihên jor ên pîroz stûnên nepen bi cih kirine. Rêzikên ku Nyemeto didomandin dibe ku xwedî dîrokeke dirêj bûn. Lê îro nayê zanîn ku gelo ji ku derê hatine an jî kengî derketine holê. Turkana jî wekî hemû çavkaniyên din ên li çolê di rewşeke pejnbar de ye.
Piraniya ava şêrîn ya golê -nêzî ji sedî 90’î- ji çemê Omoyê tê. Lêbelê niha hikûmeta Etîyopyayê plan dike ku li perava çem bendaveke mezin a hîdroelektrîk û avahiyeke mezin ku tê de çîtikên pincêr ava bike ku ji avê gelekî hez dikin. Ev jî li ser çem wekî gefekê ye ku pergala Omoyê xira bibe û gol bê av bimîne.
Li gorî senaryoyên herî xirab Turkana di nav salan de hedî hedî dê tune bibe û wê bibe sedem ku niştecihên herêmê li Efrîqayê bibin wek penaberan.

Yên ku dê herî zêde ji vê tevgera Etiyopyayê zirarê bibînin jî dê gelê Nyemetoyê be. Lê ewqas ne bihêz in ku li dijî vê yekê derkevin. Axên Daasanachê ku li wî aliyê sînor didomin, beriya niha bi sed salan endezyarên erdan him li gor parastina împeratoriya Etiyopyayê, him jî ji bo berjewendiyên Îngilîzan kirine du perçe.
Piştî perçekirinê gelek Daasanachî li aliyê axa Etiyopyayê mane û komeke piçûk jî li aliyê Kenyayê maye.
Qebîle, komek ji komên nîjadî yên herî lewaz û biçûk ê netew e. Hejmara Daasanachiyên li Kenyayê nêzî 10 hezaran e lê nûnerên xwe yên ewil hêj nû hilbijartine û encax wek herêmî tên temsîlkirin. Ji parlamentoya Nairobiyê gelekî dûr in û ji aliyê alîkariyê ve jî di lîsteyê de di rêza herî dawiyê de ne.
Gelek Kenyayiyên Başûr, golê an jî mirovên Nyemeto û Guokol wek perçeyekî welêt nabînin. Li vir ceyran, lîse û veguhastina bi pergal tune ye. Li gundê Nyemeto mîsyonerên Xiristiyan jî dêrên xwe terikandine. Wekî gola xwe Daasanachî jî bi giştî nayên pêjirandin.
Mezinê Qebîleya Daasanachiyên Kenyayî Moroto Lomalinga beriya niha bi 60 salî li van axan çavên xwe vekirine û ji roja bîrewerbûyî ve di ferqa vê lawazbûnê de ye.
(Heyama ku behsa wê dike heyameke wisa ye ku hêj Îngilîzî di rêveberiyê de ne. Û bakurê welêt him ji aliyê bikaranînê ve him jî ji aliyê xilaskirinê ve li paş maye, di nexşeriyan de bi tenê “wek girtî” tê nişandan.)
“LI GORÎ SENARYOYÊN HERÎ XIRAB DI NAV ÇEND SALAN DE DÊ TURKANA HÊDÎ HÊDÎ BIÇIKE Û WELATIYÊN EFRÎQAYÎ LI ÇOLISTANA SORIK BIBIN WEK PENABERAN.”
Moroto wiha dibêje; “Tu carî hejmartina nifûsê ya fermî ji bo me nehat kirin.” Moroto yekî bejindirêj û bê rih e û bi tenê bi navê xwe yê duyemîn tê naskirin. Herwiha dibêje; em di lîsteyên hejmartinê de wek “yên din” hatine xêzkirin.
Moroto li Ileretê dijî. Ev der gundekî wisa ye ku li vir dengê berxikan tê û toza li pey wan heye. Li bakurê rojhilat e û ji Selichoyê zêde ne dûr e. Wekî hemû şefên qebîleyan ew jî ji aliyê dewletê ve hatiye tayînkirin.
Ev karê ku ev 20 sal in dike hinekî dişibe muxtariyê. Gelek gilî, brokrasiyeke zêde û gotegotên gendeliyê jî car caran derdikevin…
Lê belê piştî ziwahiyeke mezin, ji Avrêla sala 2014’an ve Moroto bi mijarên hîn fikartir û xeternaktir mijûl dibe.
Wêne: Randy Olson / Werger: Edîbe Boga









National Geographic Kurdî – Wêne: Randy Olson / Werger: Edîbe Boga