Xebatên rêwitiya ji bo çûyîna ser gerstêrka sor Marsê bi hemû leza xwe berdewam dike. Nasa ango “Jûra Feza û Asîmaniyê ya Emerîkayê”, niha li ser dixebite ku di gava ewil de wesayîtên kifşê yên girantir bişîne, di rojên bê de jî ji bo astronotan ku li ser gerestêrka sor bi cih bibin, bi wesayîtên guhastinê ji wan re amûran bibe. Ev wesayît niha hatiye asta ceribandinê.
Wesayîta bi navê “Lêzbira Sûpersonîk ya Siftbûniya Kêm” yek ji wan wesayîtên guhastinê ye ku dê bê bikaranîn.
Wesayîta guhastinê, di meha Hezîranê de dê bê şandin lê beriya şandinê, ji bo diyarkirina barê ku dê bikare bi xwe re bibe, hin test tên kirin.
Yek ji van testan jî testa zivirînê ye. Daîreya Feza û Asîmanê ya Emerîkayê NASA, li ser dixebite ku wesayîta guhastinê, bi barê xwe re, bi awayekî sexlem deyne ser gerestêrka Sor Marsê.
Di vê pêvajoyê de xala herî girîng ew e ku wesayît dema bikeve atmosfera siftbûyî ya kêm bi awayekî ewle lêza xwe kêm bike.
Bi gotineke din, leza xwe bi awayekî ewle kêmî bin leza dengî bike.
Bi paraşûtê ya ku dê leza wesayîta guhastinê kêm bike, wesayîtên fişarê jî tên ceribandin.
Gelo wesayîta guhastinê cara ewil dê kengî biçe Marsê?
Di vê mijarê de, vê gavê her çend ku ne teqez be jî, li gorî endezyarên pergala firînê, ev teknolojiya hanê ji bo sala 2020an dikare di projeyên plankirî de bê bikaranîn.
Jêder: TRT Kurdî