XWEŞTIRÎN ÇIYAYÊN AGIRÎN LI KU DERÊ NE?

Fuji

Xetên ku ji devê çiyayên agirîn dest pê dikin û diçin heta binê wan mîna wan riyan e ku diçin navenda cîhanê. Çalak an jî neçalak bin jî ew enerjiya wan, ew ji çiyayên din xweşiktir dikin.

Kilauea Flowing into the Sea Hawaii Volcanoes National Park Big Island of Hawaii. Image shot 2000. Exact date unknown.

 

Ji bo ku em bi çiyayên xweşiktirîn bizanin me di malpera Quora.com’ê de anketekê çêkir û me ev yek pirsî. “Gelo xweşiktirîn çiyayên agirîn ên li cîhanê kîjan in?” Em ê niha li wan bersivan binêrin…

p02rss3n

Santorini – Yewnanistan | Ev girava Yewnanistanê ku xanî bi rengê spî hatine boyaxkirin û li ser kendalan e, beriya zayînê di sala hezar û 600’î de ji kalderayeke volkanîk maye. Di encama mezintirîn teqîna volkanîk a dîrokî de kortalek pêk hatiye û xisar daye beşeke mezin a giravê.

Oia Santorini
Oia Santorini

Ji bo ku bermayiyên piştî vê teqînê bibînin ji çar aliyên dinyayê geştûgûzar tên Santoriniyê. Li girava Nea Kameniyê ku  di nav kalderayê de dimîne û tu cih û war li wir tune mîna girekî qehweyî xuya dike.

TO GO WITH AFP STORY "PHILIPPINES-LIFEST

Çiyayê Mayonê – Filîpînan | Çiyayê Mayonê 450 kîlomîtro li rojhilatê başûr ê paytext Manilayê li girava Luzonê ye. Ev çiya li welêt çiyayê agirîn ê herî çalak e. Par ne pêran, di meha Îlonê de teqînek pêk hatibû û bi hezaran mirov herêm terikandibûn. Tebeqeyên lavê ku di ser hev de hatin şiklekî mîna xoniyan pêk anî û ev jî bû sedema dîmenên balkêş.

Kesên ku xwe hildikîşinin çiyê dîmeneke nûwaze dibînin ku ji herêma Albay û Okyanûsa Pasifîkê pêk tê. Di sala 1814’an de piştî teqînekê dereke Fransiskanê xira bûbû. Bermayinên vê dêrê jî dixuyin.

p02rsszq

Çiyayê Kilimanjaroyê û Kratera Ngorongoroyê -Tanzanya | Çiyayê Kilimanjaroyê ku li ser sînorê Tanzanya û Kenyayê dimîne û gelek turîst diçin dîtina wî çiyayê herî bilind ê Efîrqayê ye. Pir kêm tê zanîn ku ev çiya di heman demê de çiyayekî agirîn e. Sê girên wî hene lê 2 gir êdî ne çalak in. Girê Kiboyê hêj jî car caran gaz û hilm dipijiqîne. Bilindahiya wî 5895 mîtro ye û li daristanên li quntarên çiyê digihîje heta 35 pîleyan. Ev germahî di lûtkeya herî bilind Uhuruyê de heta 15 pîleyan dadikeve.

Kratera Ngorongoroyê jî ku 200 kîlomîtro li rojavayê Kilimanjaroyê ye, demekê çiyayekî agirîn ê bilind bû. Lê piştre nizm bûye û bi 22,5 km firehî û 610 mîtro kûrbûna xwe bûye kratera herî mezin a cîhanê.

Tiwu Ata Mbupu (Lake of Old People) one of three crater lakes on the summit of Mount Kelimutu on Flores island, Indonesia.. Image shot 10/2014. Exact date unknown.

Çiyayê Kelimutuyê – Îndonezya | Çiyayê Kelimutuyê li herêma rojhilatê Nusa Tenggarayê li girava Floresê ya Îndonezyayê cih digire. 3 golên kraterî tevî turîst bala zanyaran jî dikişîne. Rengê ji wan her yekê cuda ye. Kesk, sor û reşa qîr. Zanyar guman dikin ku ew rengên cuda ji ber herîkîna mîneralên ji çiyayê agirîn pêk hatiye.

Kelimutu
Kelimutu

Lê gelê herêmê wisa nafikire. Li gor gelê deverî gol bûye rawestgeha rihan û li gor bizava rihan rengê xwe diguherîne. Her çiqas xelkê deverî wisa bifikire jî zanyar li pey şopên zanistî ketine.

p02rss49

Kilauea û Mauna Kea – Hawaii | Çiyayên volkanîk yên Hawaiiyê bêhtir bi çalakbûna xwe û bi teqînên xwe tên zanîn. Ji wan çiyayên agirîn Kilauea ji sala 1983’an heta niha agir dipijiqîne. Lavên ku raste rast diherikin behrê dibin kevirên reş û bi ewrên dû û dûxanî jî dibin bergeheke xweş a wêneyan.

Bêhtir agahî: ÇIYAYÊ AGIRÎN YÊ KI-LAUEAYÊ

Çiyayê Agirîn Mauna Kea jî ew milyon salî ye û hêj radize. Lêbelê lûtkeya çiyê ku ji behrê 4205 mîtro bilind e û rêwîtiyeke 10 saetî dixwaze xwedî goleke qerisî ye. Ew gol bi bergeha xwe ya balkêş hêjayî dîtinê ye.

TO GO WITH AFP STORY 'Lifestyle-Asia-cities-Tokyo,FEATURE' by Frank Zeller (FILES) This file picture taken on January 4, 2011 shows Japan's Mt. Fuji rising behind Tokyo's Shinjuku area. On a satellite image of the Earth at night, there is no brighter spot. Greater Tokyo, home to an astonishing 35 million people, is by far the biggest urban area on the planet. AFP PHOTO / FILES / KAZUHIRO NOGI (Photo credit should read KAZUHIRO NOGI/AFP/Getty Images)

Çiyayê Fuji – Japonya | Ev çiya bi tebeqayên xwe yên zêde û sîmetriya xwe bi nav û deng e. Ew bi sedan sal in bûye îlhameke berhemên hunermendan. Di heman demê de sembola neteweyî ya Japonyayê ne. Li lûtkeya çiyayê Fuji berfa kevî heye. Li pêşî jî darên gêlyazê ku kulîlk vekirine. Di zargotina Japonan de tê bawerkirin ku li quntarên çiyê cîn û meçêtir hene. Fuji herî dawî di sala 1707’an de lav pijiqandibû.

Jêder: BBC – Travel

Şîrove Bike