Êdî Yamaha jî şêwe û teşeya xwezayî ya berhemên Japonan li ser xwe ferz kiriye. Motorsîklêta XV950yê bi hemû perçeyên xwe ve tê modîfiyekirin.
XV950’ya bi kompakt û bi paldanka xwe ya nizm, ji aliyekî ve kêfxweşiya bikaranîna motoreke wiha dide; ji aliyê din ve jî ajotineke rafîne û zîrek dide ajokaran. Motora V-Cot[1], baweriya ewlehiyê ya ajokaran xurttir dike û bi performansa xwe dilê ajokaran xweş dike. Xetên kêlekê yên pan ên Yamahayê û perçeyên metal ên bi vê motorê ve wek nîşaneya xwerûtiyê ne. XV950’ya ku xwedî tarzeke qeşeng e; ji bo nasîna cihana modîfeyê hilbijartineke îdeal e.
JI BO KU AJOKAR NEWESTE DEBRIYAJA BI KAÛÇUK HATIYE ÇÊKIRIN
Ji bo ku ev motor di nav bajêr de rihet bê bikaranîn; amortîsora kaûçuk, li mekanîzmaya debriyajê hatiye zêdekirin. Dema ajokar demeke dirêj li ser motorê bimîne bi vî awayî hinekî din rihettir dibe.
DEPOYA SOTEMENIYÊ KU BI PERGALA DILOPÊ DIXEBITE
Farên pêş ên gilover, bertekertên[2] polayî û neqşên polayî ku jeng nagirin û wek mucewherê ne; stîla bobberê ya XV950yê derdixin pêş. Depoya sotemeniyê jî ji 12 lîtreyan pêk tê. Her wiha nîşaneya lezê ya LCD gilover e. Ev her du taybetiyên dawî dîtbariyeke balkêş û cuda didin XV950yê.
TEŞEYEKE XWERÛ Û ESTETÎK
Motora V-Cot ruhekî kompakt dide motorsîkletê. Her wiha xetên kêlekê yên pan ên Yamahayê û perçeyên metal ên bi vê motorê ve wek nîşaneya xwerûtiyê ne. XV950, xwedî dîzayneke sade û performanseke sportîf e. Her wiha bi perçeyên xwe yên metal xwedî dîtbariyeke resen e.
PERGALA BIZAVÊ YA PÊŞKETÎ
Fîltreya hewayê ya kompaktê, li aliyê rastê yê motorê cih digire. Ev fîltre ji bo bikaranîneke baş û ji bo ku dîtbariya sade ya motorsîklêtê bê parastin hatiye dîzaynkirin. Di analîzên ron û nirxandinên rê de; tê dîtin ku bi saya vê fîltreya hewaya nû, XV950 di hêzên ketî yên motorê de jî karekterîsta tork a nuwaze pêk tîne.
MOTORA BI ŞIKLA V’YÊ YA BI SOTEMENIYA BI ENJEKSIYON
Motora V-Cot ku xwedî pîleyeke 60î ye û hewayê sar dike; di 3000 rpm’ê de bi qasî 80 Nm’ê tork dide derve û bi vî awayî li derveyî bajêr jî performanseke bêhempa dide ajokaran. Ji bo ewlehiyê û ji bo performanseke baş; ji bafûnê pîston hatine çêkirin. Her wiha gindorê motorê ku xwedî hecmeke 58 înç kûpê ye; (942 cc) xwedî rûkêşkeke[3] kompîzît e.
ŞASEYA NÛ YA POLAYÎ
Motora V-Cot ji bo ku lêketina motorê ji ajokar re bê veguhestin xwedî kîteke montajê ya hişk e. Mesefeya di nav tekeran de jî kêm e. Bi saya vê him bi kabîliyeta zivirînê ya maksîmûm, ajotineke sivik û xweş dide ajokaran, him jî dema ajokar li ser motorê bin wiha hîs dikin ku di nav hevsengiyekê de ne. Çetelên tîp ên ku xwedî 41 mm’ê ne bi dîtbariya “aşkirina bizavê”[4] ya cêwî re ahengekê pêk tînin.
TEKERÊ BI DÎSKA NÛ Û BI 12 ISPIT
Ji bo parastina şêweya bobberê ya motorsîklêta XV950’yê, ji pêş û paş ve tekerên xwedî 12 îspît ku di ebadên100/90-19 û 150/80-16an de ne, hatine bikaranîn. Ev taybetmendî şêweyeke nû dide motorsîklêtê. Sûspansiyonên sportîf û çerxên 298 mm, bi dîskên xwe yên wek xwar û mar; ebadên lastîk û jantan, performansa di asta optîmûmê de girtina rê dide hîskirin. Opsiyonela ABS’ê taybetmendiyeke zêdekirî ye.
PERGALA EGZOZÊ YA SÎRÛŞTPARÊZ A NÛ
Nexşeyên 3D’yê yên nû ku ji bo dema agirpêxistinê û enjeksiyona sotemeniyê hatine amadekirin kabîliyeta lezê ya di navbera leza kêm û navîn a Motora V-Cotê zêdetir dike û bi vî awayî performansa di nav bajêr de derdixe asta optîmûmê. XV950, ji her du aliyan ve jî xwedî 2 boriyên egzozê ye. Ev yek jî ji bo ku bi nexşeya sotemeniyê re ahengek bê kirin û leza di navbera kêm û navînê de bê zêdekirin hatiye kirin.
ŞIKLA MOTORÊ | Cemidandina bi hewayî, 4-sûpab, 4-pêngav, SOHC, dîsk-şikl-V 2-silîndîr |
QEWAREYA SILÎNDÎRAN | 942cc – li gor 2-Silîndaran “hecima motorê pir mezin e” |
EŞKÊLA x STROK | 85,0 mm x 83,0 mm |
RÊJEYA TEPISANDINÊ | 9.0 : 1 |
HÊZA MAKSÎMUM | 38.3 kW (52.1PS) @ 5,500 dew/xulek. |
TORKA MAKSÎMUM | 79.5 Nm (8.1 kg-m) @ 3,000 dew/xulek. |
RÛNKIRINA MOTORÊ | kartera rûn-tije |
DEBRÎYAJ | rûn-tije, multî-dîsk |
KARBURATOR | bi enjeksiyona sotemeniyê |
ŞEWITANDINA SOTEMENIYÊ | TCI |
XEBITANDIN | bi elektrîk ango bi baterî |
ŞANZÛMAN | Dor-Dor, 5-vîtes |
KÊŞANDIN | Bi qayişan |
ŞASE | |
ŞAŞE | Du barên stûr |
Suspansiyona pêşî | Duçilqa Teleskopîk, Ø 41 mm |
Tevgera lastîka pêşî | 135 mm |
Pîleya Navbera Karterê | 29º |
Mezinahiya Karterê | 130 mm |
Suspansiyona dûmahîkê | Çilqa Dahilandinê (berdanê) |
Tevgera lastîka dûmahikê | 110 mm |
Frêna Pêşî | Hîdrolîk û yek-dîsk, Ø 298 mm |
Frêna dûmahikê | Hîdrolik yek-dîsk, Ø 298 mm |
Cureya lastîka pêşî | 100/90-19M/C 57H (Tubeless) |
Cureya lastîka paşî | 150/80B16M/C 71H (Tubeless) |
MEZINAHÎ | |
Dirêjahî | 2,290 mm |
Firehî | 830 mm |
Bilindahî | 1,120 mm |
Bilindahîya Sêlika Dûmahîkê | 690 mm |
Dûrahiya Navbera Tekeran | 1,570 mm |
Bilindahîya ji Erd | 130 mm |
Giranî (tevî benzîn û rûn) | 247 kg / ABS 251 kg |
Kapasîteya Benzînê | 12 lître |
Kapasîteya Rûndankê | 4.3 lître |
[1] V-Cot : Şikleke xebata motorên wesayîtan e. Wek tîpa “V”’yê disekîne û bi du aliyan ve bizava motorê rêve dibe.
[2] Bertekerk – li ber an jî li ser tekerikên wesayîtan/motorsîklêt/bîsîklêtan cih digirin û nahêlin herî biçe ser derên din.
[3] Rûkêşk – qalik, rû, rûpoş “tiştekî ku li ser rûyê berhemekê tê alandin”.
[4] Ji bo qelibîn û rewşa şokê bê aştkirin.
Jêder: Kovara Zanko