Bi arşîvan şewata Sînemeya Amûdê: Çawa, çima û gotegotên erjeng.
Nêzîkî 500 zarok di nav çar dîwaran de li benda mirinê man. Bi qêrîn û qijînê. Ji wan nêzîkî 300 kes nekarîn xilas bibin, li hemberî mirinê têk çûn.
Şewata Sînemaya Amûdê di dîroka Kurdan de bûreyeke dilşewat û nepen e. Di 13 Mijdara sala 1960’an de bi şev agir bi sînemeyê ket ku têde nêzî 500 zarok hebûn.
Çima û Çawa Bû..
Çend Zarokên ku li wir jiyana xwe ji dest dane.
Ji bo piştgiriya şoreşa Cezayirê fîlmekî bi navê Cerîmet nisif el-Leyl (“Cerîmeya nîvê şevê”) ji aliyê dewleta Misrê ve hatibû çêkirin û li pêşkêşî zarokên Amûdê hat kirin. Sînemaya ku têra 200 zarokan tenê dikir bi 500 zarokan ve hate tijîkirin. Di wextê de agir bi sînemeyê ket, di nav zarokan de tirs û xof peyda bû. Ew qisaweta wê demê tenê revê hewce didît. Lêbelê ji ber ku derî girtîbûn zarok nekarîn birevin û zêdetirî 200 zarok di nav agirê sor de jiyana xwe ji dest dan.

Bûyera beriya 55 salan di nav dilê kurdan de birîneke pêk anî ku heta niha nehatiye dermankirin.
Li ser bûyerê gelek îdîa hene ku ev bi qestî hatiye kirin.
Amûdêya ku a niha di nav sînorên Rojaveyê Kurdistanê de bi awayekî azad cih digire heta sala 2011’an jî di destê Dewleta Sûriyeyê de bû. Ji ber vê yekê bersûcê vê şewatê dewlet tê nîşandan. Kurdên Rojava di bin zext û zordariyên rejîmên Sûriyeyê de gelek zehmet kişandine û di navbera dewlet û gelê herêmê de dijminahiyek derketiye holê.
Sedema şewatê wek ev dijminahî tê nîşandan. Ango rasterast dewlet wek kiryarê bûyara şewatê tê nîşandan.
Li aliyê din jî li gorî hin îdîayan şewat ji ber ceyranê derketiye û tu peywendiya dewletê pê re tune.
Lêbelê qilfkirina deriyan gumanên mezin derdixîne holê. Zêdebûna gumanan kiryaran digere. Deriyên girtî li pişt vê yekê armancên xirab tîne bîranîn. A niha jî ji aliyê piraniya kurdên li wê derê bersûc wek dewleta Sûriyeyê û rêveberiya wê demê tê zanîn.
Li paşxaneya gelek bûyeran lehengiyên veşartî jî hene.
Di civata Kurdan de leheng: Mihemedê Seîdê Deqorî

Mihemedê Seîdê Axayê Deqorî di vê bûyerê de gelek zarok xilas kirine. Di şeva Şewata Sînemaya Amûdê de, ji sînemaya ku dişewite bi dehan zarokan derdixe û xilas dike. Di dawiyê de stûnek di ser de tê xwarê û ew di bin de jiyana xwe ji dest dide.
Ji wê demê diyalogeke trajîk jî heye.
“Ew hemû zarokên min in”
Gava Deqorî bi hewleke mezin xwe dide xilaskirina zarokan hin kes jê re dibêjin;
- Tu kurê xwe digerî?
- Kurê te ne li wir e, va ye li wê derê ye.
Deqorî dibêje;
- Ew hemû zarokên min in. Ez ne li pey kurê xwe me!
Mihemed Seîd Deqorî bi wan gotinên xwe di nav dîroka birînan de wek lehengekî navê xwe daye nivîsandin. Her ku behsa wî tê kirin civatê dixe kelogirî. Bedela canê xwe gelek zarok ji sînemayê derdixe û dibe lehengê zarokên siberojê.
****************
“500 zarok di nava 4 dîwarên sînemayê de asê man, derî girtî bû û tenê ew dengê xwe dibihîstin. Heske komkujî, heske qeza bibêjin, tu ravekirin nikare ronahiyên pêşerojê bîne”
Arşîv: Hevpeyvîn
- Salih Kevirbirî
“…Zarok ji bo Cezayirê çûbûn sînemayê. Ji bo piştevaniya serxwebûna Cezayirê. Li dibistanan mamosteyan bi darê zorê zarok şandin sînemayê, da ku li wî fîlmî binêrin. Navê film “Cerîmet nisif el-Leyl”, ango “Cerîmeya nîvê şevê” bû. Paşê navê wê kirin “Semaya nîvê şevê”. Fîlm bi erebî bû, qaşo şoreşa Cezayirê nîşan dida. Lê tiştekî ku şoreşê nîşan bide, tune bû. Fîlmekî beradayî bû!”
18ê Tebax, 2002 / Salih Kevirbirî ligel şahideke bûyerê hevpeyvîn pêk tîne.
> Ji bo berdewamiya hevpeyvînê bitikînin…
****************
- Samî Ehmed Namî
Hûn ên mayî sax bin.
Ên çûyî spartî dilovanî û mehrevaniya Yezdanê pak bin.
Dîsa hêvîdar im ji Yezdanê pak û dilovan ku şadî û xweşiyê bike rêzan û rêber û hevrî û heval ji bo gelê Amûdê. Şevên wan roj bin û rojên wan cejn bin û heta hetayê cejn û seyran û sersal û newroz li wan pîroz bin.
– Di roja 18-11-2000´an de, li Stockholmê di bîranîna şewata sînema Amûdê de hate xwendin.
> Ji bo berdewamiya nivîsê bitikînin…
****************
- Mele Ehmedê Namî
Dibêjin hêj destpêka agir bû, lê hin bi hin pêtiyên wî dijwar dibûn. Koma ademîzadan hawara agir, jin û mêr li hev sitûr dibûn.
Me dît ji wê koma bêjimar xortekî ciwan û hêja, hunermend û canpola, mêrxas û xîrteşînas, “Mihemedê kurê Seîdê Deqorî”, derket. Peywend û zincîrê jinê qetandin, weke şîrekî xeyidî û teyrekî bazî ku xwe berde ser nêçîrê, êrîş berda kûrangiha agir, kûrangiha mirinê; hundirê sînemê, ta ku gihişt zarokan û ji wan dido dan bin çengê xwe û anîn der. Cara duduwa dîsa êrîşî hundir kir û du zarokên din anîn der….
Ji pirtûka M. Ehmedê Namî ya bi navê “agirê sînema Amûdê” (Weşanên Jîna nû: 12, Uppsala 1987)
> Ji bo berdewamiya nivîsê bitikînin…
****************
Wêneyên ku ji wê demê hatine girtin
Jêder:
- amude.net
- Rûdaw
- Wikipedia Kurdî
Spas ji bo keda nivîskaran û malpera amude.net’ê ku heta niha ew arşîv parastine.
National Geographic Kurdî – 2015 / Cûneyt Ewrareş