Nivîs: Jane Palmer – BBC Earth | Wêne: SPL / BBC |
Êdî her kes dizane beriya 66 milyon salan asteroîdek li dinyayê qelibiye. Lêbelê heta niha hêj karîgeriya bûyerê nehatiye zanîn
Mezinahiya asteroîda ku li dinyayê qelibî bi qasî 10 kîlomîtro bû. Piştî ku ket di nav çend deqeyan de li dinyaya kesk û zindî den qut bû û bêdengiyek peyda bû. Bi taybetî li çend hezar kîlomîtro çarçikên li nêzî bûyerê erd rast û pahn bûbû û hemû hêmayên jîndariyê tune bûbû.
Bi tesîra vê asterodê ji sedî 75’î riwek û jîndarên li ser rûyê erdê tune bûn. Di nav wan ajalan de cureyê herî nas dînozor in. Lêbelê piştî vê yekê ji wan beşeke mezin ber bi çûkbûnê diperisibûn û jiyana xwe domandibûn.
Herwiha Bixwîne: Çûk û Mirîşên Niha Dînozorên Berê ne
Brontosaurus: Cureyekî Nediyar Yê Dînozoran
Di 1991’an de jeologan cihê ku asteroîd lê ketiye kifş kirin. Li nîvgirava Yucatan a Meksîkayê bi tundiya ketinê bi mezinahiya xwe 180 kîlomîtroyî kraterek pêk hatibû: Kratera Chicxulubê
Lêbelê ji ber ku ew krater di binê erdê de bû xuya nedikir. Beşa wê ya li bakur jî mabû binê xileteyeke 600 mîtroyî ya li bingeha okyanûsê.
Di Nîsana 2016’an de lêkolîneran hewl dan ku ji binê xilteyê bi qasî 3 mîtroyî mînak derxin. Bi nêrîna wan mînakan dê guherînên zinaran were lêkolînkirin. Herwiha fosîlên biçûk û heta hebûna DNA’yên di nav zinaran de dê werin lêkolîn.
Beriya ku ew krater were kunkirin û numune were derxistin diyarkirina hin tiştan pêkan e. Bo numune lêkolîner dikarin bizanin bê ka di dema lêxistinê de çiqas enerjî pêk hatiye.
7 Milyar Caran ji Hîroşîmayê Bihêztir bû
Lêkolîneran pîvandinên bihûrgilî pêk anîn. Tê gumankirin ku asteroîd bi lezeke 40 caran zêdetirî leza dengî (di derdora 50 hezar km’yê de) ketiye û li dinyayê qelibiye.
Ew lêketin tesîreke bi qasî 100 trilyon TNT’yî pêk anî ango ji bombeya Hîroşîmayê 7 milyar caran xorttir e.
Ji ber lêketinê pêlên tundiyê li her derê rûerdê belav bûn. Li kendava Meksîkayê bi bilindahiya 100 û 300 mîtroyî pêlên tsunamiyê pêk hatin. Ew pêl bi qasî 500 mîtro binê behrê serobino kirin.
Li peravên behran bi 10 pîleyî erdhej rû dan. Daristaneke bi hezeran kîlomîtro tarûmar bûn. Bi hezeran zinarên ji tonekî zêdetir kevir ketin xwarê û ew jî hemû jîndar tune kirin.
Lê tenê tesîrên herêmî nebûn sebeba mirina bi hezeran jîndaran. Tesîrên din jî hebûn.
Serdemeke Sar û Tarî
Bi tesîra qelibînê beşeke mezin ji rûerdê qetiya û wek gogekî agir ji atmosferê derbasî fezayê bû.
Ew perçe li dora dinyayê zivirîn û dîsa bi erdkêşiyê ketin xwarê.
Ew pirtikên ku cemidîne piştre tîr bûn û bi qasî perçeyên caman in bi lezeke mezin ketin û atmosferê germtir kirin. Ji ber germahiya pirtikan agir bi gelek riwekan ket.
Dûxana ku ji van şewatan derket, li asîmanan bi perçeyên biçûk re bûn yek û tîrêjên tavê astang kirin. Ji ber vê yekê jî li Dinyayê heyameke tarî û sar dest pê kir.
Barîna van perçeyan a ji atmosferê bi mehan dewam kir û li ser rûyê erdê tebeqeyeke toza asteroîd pêk hat. Paleontolog dikarin vê tebeqeyê di rewşeke fosîlbûyînê de bibînin.
Par’ di beşeke mezin a tebeqeya bi navê Sînorê K-Pg’yê de ku li Emerîkayê li herêma Dakotaya Bakur derketiye ser rûyê erdê, hat zanîn ku binê tebeqeyê bi bermayiyên dînozoran tijî ye û di beşa jor de jî tiştên wiha tune ne.
Têkçûna Zincîra Xurekan
Beriya lêketinê bermayiyên fosîlan; daristan, çem û avzêlan, tilîper, nebatên avî û qirşên bikulîlk nîşan didin.
Di wan deman de hewa li gor îro germtir bû; li cemseran cemed tune bû. Ji bakur heta başûr di bin serdestiya dînozoran de bû. Li ser rûyê erdê curbicuriya biyolojîk gelekî zêde bû.
Lê piştî lêxistinê bi taybetî herêma kortalê û derdora wê wekî rûyê heyvê bê deng û ziwa bû.
Bi bandora lêketinê şewat derketibû, erdhej û tsunami qewimîbû, bahoz rabûbû û ji asîmanan kevir bariyabûn. Ev hemû jî bûn sedem ku ajal û nebatên li herêma lêketinê ji holê rabin. Ewrên tozê ku tîrêjên tavê asteng dikin, di encama dorpêçkirina atmosferê de bandorê li herêmên din jî dikin.
Li cihên ku rasterast ji şewatê bandordar nebûn, ji ber germahiya gelekî zêde mêrg ji hole rabûn û çavkaniya xurekên ajalan nema. Baranên biasîd av jehrî kirin. Ya xiraptir ew bû ku ji ber ewrên tozê yên li asîmanan tîrêjên tavê hatin astengkirin. Ev jî bû sedem ku nebat bê fotosentez bimînin û zirar li zincîra xurekan bikeve.
Jiyana Jinûve
Li ser rûyê erdê gelek tişt şewitîbûn, bi taybetî jî ajalên mezin ji birçînan miribûn.
Daneyên fosîlan didin nîşan ku aferîdeyên ji rakunan mezintir ji holê rabûne. Lê yên biçûktir jî ji ber ku wek hejmar zêde bûn, hindik tişt dixwarin û bi leztir pir dibûn û xwelêanîna wan hêsantir bû, jiyana xwe domandin.
Aferîdeyên di ava şêrîn de li gorî yên bejayê bêtir bi siûd bûn. Lê belê hemû zincîrên xurekan ên di akyanûsan de têk çûbûn.
Dema asteroîd lêdikeve li nîvkada bakur zivistan dest pê dike ku di vê heyamê de aferîde mezin nabin, daneyên fosîlan nîşan didin ku li Ewropa û Emerîkaya Bakur bandorên wan ên rûxandinê kêm in.
Lêbelê heta li herêmên ku herî zêde di bin bandorê de man jî piştî demeke kurt jiyanê jinûve dest pê kir. Lê pêkanîna jinûve ekosîsteman bi sed salan heta bi hezar salan domiya. Lêkolîner dibêjin ji bo ku madeyên organîk ên di okyanûsan de bigihêjin asta asayî, divê 3 milyon sal derbas bibin.
Fersenda ji bo Guhandaran
Ji holêrabûna dînozoran ji bo aferîdeyên nû bû fersendek û derfet da ku guhandar berbelav bibin.
Bi lêkolînkirina mînakên ku ji kortalê hatine wergirtin dê bê tespîtkirin bê ka dema asteroîdeke ewqas mezin li dinyayê bikeve wê bandoreke çawa pêk bîne, bandora wê ya li ser kişwerê û jiyanê çawa be. Herwiha wê bê fêmkirin ku dema hin jîndar ji holê rabin wê ev çawa ji bo yên din bibe fersendek.
Heke beriya 66 milyon salî asteroîdek li dinyayê neketibûya û xisareke wisa nekiribûya wê peresîn bi awayekî din pêk bihata û dibe ku însan tunebûya.
Heta beriya pêkhatina wê bi 3,9 milyar salî Dinya bûbû hedefa gelek asteroîdan.
Ji ber vê yekê jî hin zanyar bawer dikin ku li dinyayê çavkaniyên germavan û yekem organîzmayên jîndar di vê rewşê de çêbûne.
National Geographic Kurdî