ZINARÊN STARGEHA DÎROKÊ:BÊSTÛN Û NIVÎSKÊN LI SER WÎ

© Ali Doosti
Nivîs: Cûneyt Ewrareş | Wêne: Ali Doosti

Çiyayê Bêstûnê yê li Kirmaşanê bûye palgeha gelek bûyerên dîrokî. Ev çiya ne tenê du kevir û zinarekî teq û req e. Tevî bedena xwe ya kevir bûye şahidê gelek serboriyên cuda jî. Çiya him wek beden him jî wek dîrokî bûye sembola nivîskên kevntirîn.

Çiyayê Bêstûn li navçeya Bêstûna li şehristana Harsînê ye. Şehristana Harsînê di nav sînorên parêzgeha Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê de ye.

Navçeya Bêstûn bi gelheya xwe gelek piçûk e lê bi şaristaniya xwe têr û tijî ye. Devera Bêstûnê di rabirdûya xwe de bi piranî mazûvaniya Farisan kiriye.

P02 - Iran_relief_location_map

Ji çiyê bêhtir dibe ku nivîskên li ser wî bala mirovan bikişîne. Nivîskên ku rûpel jî têrî nakin li eniya çiyê li ser devereke pahn hatine nivîsandin. Bend bi bend wek qanûna Daryûs hatiye sinifandin.

Daryûsê Mezin serpêhatiya împaratoriya xwe li ser zinarên Bêstûnê bi cih kiriye. Di her bendeke nivîskê de qala mezinahî û qudreta împaratoriyê tê kirin. Tevî entrîka û fêtên di nav pergalê de bi giştî lehengiyên Qral Daryûs li her kevirên pahn ên çiyê hatine nivîsandin.

Çiya tevî agahiyên derbarê Daryûsê Mezin de, li ser Ahûra Mazda xwedî gelek nivîskên cuda ye .

Gava mirov li serboriyên çiyê binêre bi taybetî bend û qanûnên Daryûs mat û metel dihêle. Di her nivîsekê de behsa fêl û fêtan, behsa serpêhatiya împaratoriyê hatiye kirin.

Li hin deran ferman, li hin deran jî rê û rêgez hene. Mirov dikare bibêje ku makezagona li ser keviran, dawî li gelek pergal û êrîşên li dijî împaratoriya Daryûs aniye.

Lê gava mirov bibêje Bêstûn di pirtikên qalind ên kevn de çîrokeke ser zimanan tê bîra mirov. Ferhad û Şêrîn û Bekoyê wê demê.

Di qalkirineke piçûk de wiha bi kurtasî behsa serpêhatiya wê trajediyê tê kirin –ku ji bo gelek kesan rast e-.

Ferhad ji bo Şêrînê dest bi qulkirina çiyayan kiribû, daxwaz ew bû ku avê bibîne da ku bikaribe bi Şêrînê re bizewice. Bi salan hewl da çiyê qul bike û avê jê derxe lê herî dawî bihîst ku Şêrîn miriye. Ferhad pêşî aqil avêt û piştre jî xwe ji ser çiyê avêt. Ligel mîrkuta di destê xwe de xwe berda jêr û mir. Lê li gor çîrokê Şêrîn nemiribû û Ferhad ji ber buxtanekê dawî li jiyana xwe anîbû. Çiyayê Bêstûn xwediyê bi dehan çîrokên bi vî awayî ne. Her çîrok wekî destanekê li çar aliyê cîhanê belav bûye.

Ew çîrok ne nivîskî ne, ne jî piştrastkirî lê bend û neqşên Daryûs wekî ku duh lê hatine danîn hêj li cihê xwe ne.

Her kevirên çiyê hewceyê bi dehan lêkolîn û gotaran e.

Bisetoun inscription 2 aa

Li gor ravekirinê kesên li ser neqşê ku serî li Daryûs rakirine, destê wan hatiye girêdan û Daryûs serokê wan Gomada xistiye bin piyê xwe.

Ji Bêstûnê: Taswîrkirina serhildêrên ku bûbûn bendeyên Daryûs ji Gomadayê li bin piyê Daryûs ber bi rastê ve navê serhildêran:

  1. Gomada, yê medî – Daryûs Gomada dîl girt ew da kuştin û ji bo ku tu kes mîna wî serî hilnede, li Bêstûnê li ser zinarekî wêneyê Gomadayê ku li bin lingên Dara mîna êsîrekî ye hate xêzkirin.
  2. Açîna, yê Elamî
  3. Nîdîntu-Bêl, ê Babîlî
  4. Frevertîş, ê Medî
  5. Martiya, yê Persî
  6. Şîçataxma, yê Sagartî
  7. Vahyazdata, yê Persî
  8. Araxa, yê ermen li Babîlê
  9. Frada, yê Margawî
  10. Skunxa, serkirdeyê Iskîtî – Skunxa bi serpoşa xwe ya tûj, destên wî ji paş ve girêdayî ne. (yê li herî dawî)

Skunxa navê serkirdeyekî Iskîtî bû ku di dema Daryûsê Mezin de li Iskîtyayê serokatî dikir. Di nivîskên Bêstûnê de tê gotin ku Daryûs bi artêşa xwe derbasî welatê îskîtan dibe û wan dixe bin serdestiya xwe. Herwiha tê gotin ku gelê Iskîtyayê îxanet li Skunxa dike û wî dîl digirin. Ew piştre tê kuştin.

P06 - Bisetoun lake 1

 Gola li quntarên çiyayê Bêstûnê ku ji çemê Gamasiyabê piçek be jî avê vedixwe.

Gava mirov li dora çiyê digere tiştekî ecêb dikeve ber çavê mirov. Ew jî peykerê Herkûl e.

Herkûl li ser pişta xwe raza ye û tasek di destê wî de heye. Bi tenê bi vî peykerî jî mirov dikare neqşên li ser Bêstûnê bixwîne. Beriya zayînê hunera xebatkarên dîlgirtî û xulaman, amûra herî serkeftî ya rêber û zordestan bû.

Serdemek bifikirin ku bikaranîna xulaman kêfê bide serdestan, belê ew dem bû, ew dem bû ku qîmeta mirovan pere nedikir.”

Ji Ferhad û Şêrîn, ji Gomada û Daryûs, ji Ahûra Mazda heta sembolên netewe û dînên li Rojhilata Navîn. Ew der her tim bi sembolên xwe hate bibîranîn.

Ya sosret jî ew e ku neqş ne li ser avahisaziyeke çêkirî tê danîn, rasterast li ser çiyayê bilind ê xwezayî gef li dîrok û neyarên Daryûs dixwe (!). □

Parzemîn Solutions – Kovara Parzemîn

Şîrove Bike